Site icon مجلة طلعنا عالحرية

KOBANÊ DÎROK Û ERDNÎGARÎ / Kawa Şêxê

Kawa Şêxê

Di Sedsala 21 an de ti bajarên biçûk nikarîbûn navê xwe li dinyayê belav bikin bi qasî Kobanê…Kobanê ya ku di nava demek kin de bû mijara axaftina cîhanê, çawa gihîşt vê astê?
Kobanê wekû erdnîgarî, mirovnîgarî û dîrok çawa ye?
Di vî nivîsê de ez ê ji were li gora lîkolînên xwe bersiva van pirsan bidim.Li devera bi navê Deşta Sirûcê ya di navbera cemê Firat û kaniyên Xabûr de du gund hebûn.Her gundek ji vana kaniyek wan hebû û li gora navê van kaniyan dihatin bi navkirin.Yek jê Kaniya Murşidê û ya in jî kaniya Ereban bû.Kaniya Ereban wê demê li ser navê Erebên koçber ku dihatin li wir pezê xwe av didan hatibû binavkirin ji xwe ew nav jî Kurdan lê kiribû.Li ser vê xakê ev gund hebûn, lê di binê erdê de gelek dîrok veşartîbû, vê dîrokê nîşan dida ku dewlet û milet li vir hebûn, qiral û Mîran li vir desthilatdarî kiribûn..
Di sala 1911 an de Almanan xwestin rêya tirênê di navbera Berlîn û Bexdayê de vekin.Ji bo ku vî karî bikin, alav, hesin, karker û leşker anîn û di nava herdû Gundên behsa mijarê de cih amade kirin û li wir dest bi xebatê kirin.Ew devera ku hate amade kirin Almanan jêre digotin Deutsche Kompany ango şîrketa Almanî.Welatiyan xwe li derdora vê kargehê dan hev, hinan kirîn û firotin kirin, hinan li ba Almanan kar kirin û di encamê de hêdê hêdê bajarekî bicûk hate avakirin..
Ji bo vî bajarî jî navê Kompanî yê ku bi demê re bû Kobanê hate dîtin..
Kaniya Ereban ya ku yek ji wan gundan bû, di serdema Baasê şoven de hate wergerandin û kirin Eyn Elereb.Kobanê ji civakek ku li ser eşîran hatiye avakirin pêk tê.Êşîrên Kobanê ên bi navê: Şêxan, Kîtkan, Denan, Qeregêçan, Şedadan, Mêran, Bêşan, Zerwarî, Oxî, Mehfan, Elîdînan û hinin din jî ji ber ku timî rastî êrîşên Êla Milan dihatin di nava xwe de Konfedrasyonek avakirin û navê Berazan li wê sîwanê hate kirin.Di nava civaka Rojava û ya Sûryê de Beraza bi gelek tişan tên naskirin, lê tiştê sereke mêrxasî û serhişkiya wan e.Di sala 1916 an de wekû gelek deverên Rojava, Kobanê jî bi têlên Sînor bû dû perçe, yek li serxetê û yek li binxetê.Kobanê ya binxetê û gundên deşta Sirûcê yên girêdayî wê di serdema Baas de careke din hatin dorpêçkirin û di nava wan û deşta Cizîrê ango Serêkaniyê û gundewarên wê de zinara Erebî hate li darxistin û bi rêzeke ji gundên Erebên xemir herêma Cizîrê û ya Kobanê ji hev hatin qutkirin.Li derdora Kobanê 470 gund hebûn, lê ev gund ji br piştguhkirinê xelkên wan neçarman ew berdan û ber bi navenda bajêr ve koçberbûn.Herî dawî jî hejmara gundên Kobanê mabû 360 Gund, ev Gund girêdayî Kobanê û 4 navçeyên wê ne. Navçeyên Kobanê ev in: Şêxler, Sirîn, Ên bet û Şêran.Kobanê jî bi fermî girêdayî Parêzgeha Helebê ya Sûryê ye.Şêniyên Kobanê Kurd in û bi Kurmancî diaxivin û heger mirov ji ser heya binê Kobanê bigere jî ji bilî dibistan û navendên dewletê ti deverên ku bi Erebî lê were axaftin nabîne.Şêniyên Kobanê piraniya wan Misilmanên Sunî ne.Kobanê û xelkên wê bi çandinî û pîşesaziyê bi nav û deng in.
Ji çandiniyên herêma Kobanê û Gundên derdorê jî Genim, Ceh, Nîsk, û di dema dawî de jî çandiniya kemûnê belav bû û ev çandinî li Kobanê biserket û derbasî welatên derdorê jî bû.Darên Zeytûn û Fisteqan jî li derdora Kobanê tên çandin.Pêşesaziya Kobanê jî bi nav û deng e li gora bajarekî wisa biçûk, ew jî bêtir di warê alavên kolanan bîran, ango Xeraze û patozên çinîna geniman ku Kobanê perçeyên wê dikirin û li cem xwe pevdixin.
Pîşesaziya Kobanê ango (Sînaet) li welatên derdorê jî belav bûne û gihîştine Cezair, Mexrib, Sûdan û Îraqê jî.Xebatên civakî û çandî jî li Kobanê ji gelek cûreyan pêktên, berê yek sîneme li bajêr hebû lê hate girtin, du dibistanên xwendina navendî, yek ya xwendina pîşesaziyê, yek ya hunerên Jinan, û yek ya çandiniyê her wiha peymangehek Şerîetê ya lawan û yek jî ya keçan lê hene.
Kobanê di dema dawî de ji ber aramiya ku li bajêr hebû, ji gelek koçberên Sûrî re bubû wargeh.Dihat gotin ku li Kobanê bi qasî hejmara miletê wê koçber jî lê hatine bicih kirin.
Kobanê ji destpêka şoreşa Sûryê ve ket nava meş û çalakiyan de û her roja înê meşek girseyî dihat li darxistin.Di meşên Kobaniyan de timî piştgiriya bi bajarên din ên Sûryê re dihat ragihandin û gelek caran navê meşên Kobanê bi navê bajarên din dihat binav kirin.
Di 18 Tebaxa 2013 an de çeteyên DAIŞ êrîşî Kobanê kirin.
Û ji wê rojê ve heya 15 tîrmeha 2014 an de van êrîşan bênavber dewam kirin.
Di 15 Tîrmehê de DAIŞ bi hemû hêza xwe, çekên ku ji Mûsila Îraqê anîn, serleşkerên ku ji Elqaîde û bermahiyên Seddam tevlî bûn bi xwe re anîn û dest bi êrîşeke hovane li ser Kobanê kir.Kobanê ya ku me behsa dîroka wê kir li ser wê mîrata ku mîna kaniyê diherike, li ber xwe da.Heya roja ku min ev nivîs nîvisand berxwedana Kobanê ket roja xwe ya 33 an de lê DAIŞ bi hemû hêza xwe, çekên xwe, tirsa xwe, û hovîtiya xwe, li ser dîwarên Kobanê nikarîbû bighîştaya armancên xwe.

17 Oktober 2014

Exit mobile version