مجلة طلعنا عالحرية

Gotina Roja Şano 27 Adarê 2015

كلمة اليوم العالمي للمسرح 2015 باللغة الكردية / ترجمها كاوا شيخي

Kawa Şêxê

 

Her sal, Roja 27 Adarê wekû roja Şanogeriya cîhanê tê pîroz kirin. Dîrokek vê rojê heye û sedema hilbijartina wê jî heye. Û her sal ji sala 1961 an û vir de, ev roj tê pîrozkirin. Ez jî wekû Şanogerekî kurd her sal vê gotinê werdigerînim zimanê kurdî zaravê kurmancî. Bi hêviya ku Şanogerên kurd jî ji xwe re fêdê jê bibînin.

 

Roja 27 ê Adarê, çima ev roj?

 

Gelek kes dipirsin, çima ev roj hatiye hilbijartin, bi rastî ev roj ji sala 1961 an de tê pîroz kirin tevî ku tiştekî nû ye jî lê dîsa jî li ba şanogeran tiştekî pîroz e, lê sedema hilbijartina vê rojê çiye?

 

Di sala 1941 an de, Yonisko ya ku weke perçak ji yekîtiya Newtewan tê naskirin, xwest ku sazîkê ji bo şano ava bike, û şanoger dan serhev da ku karekî bi vî rengî bikn, lê wê civînê tu encam neda û hinekî dirêj kir di nava dan û stendinê de heya ku sala 1948 an konferansekî serkeftî li Pragê li darxistin û ew sazya ku di xwestin avakirin, û cihê wî jî li Parîs e.

Piştre û di sala 1961 ê de, dîsa şanogerên vê sazyê li hev civiyan û xwestin ku rojekê bi nav bikin û roja 27 meha Adarê hilbijartin ji ber ku ev roj roja vekirina Teatra Sara Bernard (Lîstikvana Ferensî ya bi nav û deng) bû. û ji wê salê de heya îro ev roj tê pîroz kirin û gotina salê tê nîvisandin.

 

 

Gotina Roja cîhanê ya Şano.

Gotina sala 2015 îsal bû erka Derhênerê Polendî Krîstof Orlîkowsky..

 

Krîstof Orlîkowsky wiha dibêje:

Dîtin û peydakirina mamosteyên rastî ên hunera Şano karekî pir hêsan e, dema ku em li dûrî textê şano li wan bigerin, ji ber ku ew mamoste ji wan re ne derde ku Şanoyê wekû qalib bikar bînin û kultureke ji hevokên cemidî dûbare bikin, na, Ew kes li kaniyên zindî ji vê hunerê re digerin ew kanî jî gelek caran li derveyî texte û salonên Şanoyê ne. Em di van deveran de kopya dikin, û li şûna afirandina cîhaneke nû ku li ser bingeha hestên veşartî tên avakirin, em cihanên berê careke din dûbare dikin. ez vê yekê dibêjim ji ber ti tişt bi qasî Şano nikare hestên veşartî ronî bike.

 

Ez gelek caran berê xwe didim Pexşanê, bi hêviya ku berê min bide rastiyê, û gelek caran di wan nivîskaran de jî mijûl dibim ên ku digotin wê di demekê de roja xwedawendên Ewropî here ava.

Ev nivîskar ên mîna Kafka, Tomas Man, Marsel Brost û Jon Makswel Kotze bi xwezaya xwe ya rasteqîn dizanîbûn ku dawiya cihanê tê. Ez ne behsa dawiya Erdê û mirovan dikim, NA, ez behsa şêweyê têkiliya nava wan de dikim, ez behsa dawiya vê sîstema civakî û serhildanên şoreşgerî di riwê wê de dikim.

Ew hestên wan kesana û texmênên wan ev tiştên ku em niha dijîn bi xwe ne, ew pirbûna kiryarên kirêt li vê cihanê bê ku medya bikaribe di ber ragihanê re bighêje. em behsa pirsgirêkekê dikin, paşê jî em wê jibîr dikin tevî ku hîna bo dawî nebû ye jî lê em li hember wê bê çare dibin û destê xwe hildidin. Em nema karin burc û kelehan ava bikin, em nema karin di pişt deryan de li pistpista rastiyê guhdar bikin, ji ber vê yekê jî bi taybetî divê Şano hebe, venemre û li ber xwe bide, divê li hemû deverên qedexe tiştên qedexe bibêje..

Wek çawa ku destan tiştên ku nayên şîrovekirina dibêje û tevî ku bingeha wê ji rastiyekê tê, lê berê xwe dide deverekê ku nema tê şîrovekirin, Kafka wisa Promîthos di destana wî de vegot û şîrove kir, hestê min jî wisa ye ku Şano gerek bi heman gotinan were şîrove kirin…

Şanoya ku rastiyê dibêje û lê digere, armanca û xwesteka xwe di berhema ku nayê şîrovekirin de dibîne, ev şanoya ku ez dixwazim û ji hemû xebatkarên şanoyê re hêvî dikim. Xebatkarên ku li ser dikê û ên di nava gel û li pişt perdê jî..

Exit mobile version